Li Turku û Munchenê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê
Li Turku û Munchenê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê
Li Turku û Munchenê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê
Li Ewropayê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê didomin. Li bajarê Turku a Fînlandiyayê greva birçîbûnê ya endamên PJAK’ê di roja duyem de ye. Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi dirûşmaya ‘Ji Kobanê heta Şengalê xwedî li berxwedana bi rûmet derkeve’ meş û mîtîng pêk hat.
GREV DI ROJA DUYEM DE YE
Bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê li Ewropayê çalakî didomin. Li Bajarê Turku ya Fînlandiyayê çalakiya greva birçîbûnê ya endamên PJAK’ê dabû destpêkirin di roja duyem de ye.
Li gel hewaya sar Fînlandiyayî çalakiyê dişopînin û her wiha pirsên weke ‘em çawa dikarin bibin alîkar’ dipirsin û li ser vê çalakger dibêjin: “Kobanê ne tenê ye. Heta ku hovîtiya wir bisekine wê çalakiyên me bidomin.”
LI MUNCHENÊ MEŞ Û MÎTÎNG
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê jî bi dirûşmaya, ‘Ji Kobanê heta Şengalê xwedî li berxwedana bi rûmet derkevin’ meş û mîtîng pêk hat. meşa ku ji aliyê NAV-Dem û Komeleya Kurdan a Rojava ve hat organîzekirin nêzî hezar kesî tevlî bûn.
Di meşê de li ser navê NAV-DEM’ê axaftin hatin kirin û êrîşên çeteyan hatin şermezarkirin. Di meşê de piştgiriya dewleta Tirk a bo DAIŞ’ê bi zimanekî tund hat şermezarkirin û banga hestiyariyê hat kirin.
Di axaftinê de bang li welatên Ewropayê hate kirin ku li dijî hovîtiyê bêdeng nemînin û hat xwestin ku tedbîr bên girtin.
Li ser navê DIDIF’ê axaftinek hat kirin û daxuyaniyeke Elmanî hate xwendin û belavkirin.
Li gel endamên Şaredariya Dîe Lînke, Brîgîtte Wolf, Çetîn Oraner, DIDIF a Munîh û SDOJ’ê jî piştgirî dan.