Li Tûnûsê zêdetirî 15 hezar kes ji bo Filistînê meşiyan

Li Tûnûsê zêdetirî 15 hezar kes ji bo Filistînê meşiyan

12’mîn Forma Civakî ya Cîhanê (FSM) ya li Tûnûsê pêkhat, bi meşek ya ji bo gelê Filistînê hate girtin.

Forma Civakî ya Cîhanê ku 26’ê Adarê bi tevlîbûna deh hezaran kesî bi meşekê destpêkir, îro jî bi meşek ya ji bo gelê Filistînê hate girtin. Meşa ku bi slogana “Bihara Ereban û Filistînê” pêkhat, li gorî polîsan zêdetirî 15 hezar kes beşdarbûn.

Ev meş jî yadî Roja Cîhanê hate kirin. Piştî ku Îsraîlê dest danîn ser xaka Filistîniyan û di sala 1976’an li dijî vê xwepêşandan pêkanîn û Îsraîlê di xwepêşandanê de 6 Filistînê kuştin, her 30’ê Adarê şeş Filistînî tên bibîranîn.

Meşa ku li Cadeya Hebîb Bûrkîba destpê kir, piştî ku çar kilometer zêdetir meşiyan, li ber deriyê Sefaretxaneya Îsraîlê bidawî bû.

Di meşê de li gel ciwanên çepgir yên Tûnûsê piraniya wan Îtalyan, Fransî, Spanî, Tuarageyî, Fasî û Kurdên li dijî kadiya ATTAC’ê ku ji gelek deverên cîhanê hatin cihê xwe girtin.

Kurd bi alên kesk- sor-zer yên nûnertiya Kurdan dikin tevlîbûn, her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbest berdana hemû girtiyên siyasî îmza hatin komkirin.