Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Tûgaya Komando ya Qeyseriyê 'întîharek' bi guman

Li Tûgaya Komando ya Qeyseriyê 'întîharek' bi guman

Îro di saetên danê sibê de ji odeya serçawişek ê li 1’emîn Tûgaya Zîncîrdere ya li bajarê Tirkiye Qeyseriyê dengê çekan hat. Serçawişê ku ji serê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Îro di saetên danê sibê de ji odeya serçawişê bi navê A.K. ê li 1’emîn Tûgaya Zîncîrdere ya li bajarê Tirkiye Qeyseriyê dengê çekan hat. Serçawişê ku ji serê xwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

JI SERÊ SALÊ VE 66 MIRIN

Piştî kuştinên bigûman ên leşkeran Înîsiyatifa Mafên Leşkeran diyar kir ku di sala 2012'an de 65 leşkeran xwe kuştiye û ji van tenê 47 leşker di çapemeniyê de cih girtine. Îro bi kuştina Kansar ev hejmar gihişt 66'an.

Berî 2 heftêyan jî Artêşa Tirk diyarkiribû ku di 5 salan de 491 leşker xwe kuştine. Herwiha li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirk ve hatin aşkerekirin, di navbera salên 2007-12 de 129 leşker di encama qezayên çekan de mirin.

Hat diyarkirin ku di van 5 salan de 1108 leşkerên ku li ser peywira xwe bûn mirine, ji vana 263 subay, astsubay, 845 leşker û serleşker in.

Di nava sedemên mirina leşkeran ên di dema leşkeriyê de xwekujî di rêza yekemîn de ye. Hêjayê gotinê ye ku dema şer û pevçûn zêde dibin hejmara leşkerên “xwe dikujin” jî zêdetir dibin.