Li Trablûsê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê êrîş
Li Trablûsê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê êrîş
Li Trablûsê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê êrîş
Li paytexta Lîbya Trablûsê, li dijî Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê êrîşek hat kirin.
Hat ragihandin ku êrîşa êvara Çarşemê ji aliyê komeke ji 60 kesan ve pêk hatiye. Di navbera êrîşkarên dor li Sefaretxaneyê girtin û hewl dan têkevin hundir û parêzvanan de pevçûn derketin. Li gorî ajansa nûçeyan a Reûtersê, li ser bersivdayîna parêzvanan, êrîşkar neçar mane xwe vekişînin.
Ajansa Assocîated Pressê di nûçeya xwe ya sipart rayedarekî dewletê yê Lîbyayî de ragihand, ku di êrîşê de 5 kes birîndar bûne û yek ji birîndaran dûre jiyana xwe ji dest daye.
Lê Ajansa Nûçeyan a Rûsya Îtar Tass, di nûçeya xwe ya dispêre çavkaniyên li Trablûsê de diyar kir ku ji xebatkarên Sefaretxaneya Mezin kes birîndar nebûne. Hat ragihandin ku di dema êrîşê de li Sefaretxaneyê kes nebû. Li gorî agahiyeke din, dîplomat û xebatkarên Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê, bi armanca ewlehiyê veguhatine balafirgehê. Hat ragihandin ku li avahiya Sefaretxaneyê ziyaneke biçûk rû daye û rewş bi temamî ketiye bin kontrolê.
ÎDÎAYA, JINEKE RÛS SÛBAYEKÎ LÎBYAYÎ KUŞT!
Ajansa nûçeyan a fermî ya Lîbyayê Lana jî di nûçeyeke xwe ya dispêre polîsan de diyar kir ku ev êrîş bi armanca bersivdayîna bûyera ku jineke Rûs sûbayekî Lîbayayî kuştiye de, pêk hatiye.
Li gorî nûçeyên beriya niha di çapemeniya Lîbyayê de hatin weşandin, li ser sînorê Tûnisê jineke ku tê gotin welatiya Rûs e û derbasî Lîbyayê bû, li mala sûbayekî Lîbyayî sûbay kuştiye. Hat ragihandin ku bûyer li banliyoyeke Trablûsê rû da û hat îdîakirin ku êrîşkara jin, dayika sûbay jî birîndar kiriye. Li gorî çapemeniyê, êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.
Ajansa nûçeyan a Rûs Rîa Novostî diyar kir ku di warê rastiya van agahiyan de ti delîlên fermî di destê wan de nîne û got, "Li gel vê yekê, çapemeniya biyanî hewl dide hemû welatiyên SSCB ya berê weke welatiyên Rûs nîşan bidin."