Li Toûloûse û Hambûrgê çalakiyên 'Bê Serok jiyan nabe'

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin, dewam dikin.

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê û bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

TOÛLOÛSE

Mîtînga li Toûloûse ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin.

Mîtîng li ber peykerê şervanan ê li meydana Françoîs Verdiye pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne yên qebûlkirinê ne.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê jî bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de bal hate kişandin ser 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê û tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Ji bo çalakiyê gelek Kurdistanî û komên antî faşîst ên Elman li ber stasyona trenê ya navendî l hev civiyan.

Zalkîn Nastîc (Parlamenterê Federal ê Partiya Çep), Martîn Dolzer (Parlamenterê Hambûrgê yê Partiya Çep), Yavûz Fersoglû (NAV-DEM), MaÛrîcîo Vîdales (Partiya Komunîst a Kolombiyayê -PCC), Romîna Gonzalez Aramcîbîa (Nûnerê Waj Mapû li Şîlî), nûnerên Koma Jinê ya Otonom û Ûnîted We Stand tevlî mîtîngê bûn.

Qisekeran li qada mîtîngê daxwaza azadiya Ocalan kirin. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk ji dewletên Ewropayê bi taybetî ji Elmanyayê hêzê digire û dan xuyakirin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd.