Li Toscana meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ hat lidarxistin

Li Toscana meşa ‘Ji Ocalan re azadî’ hat lidarxistin

Li bajarê Toscana yê Îtalya meşa, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî û em berxwedana Kobanê silav dikin” hat lidarxistin.

Li bajarê Toscana yê Îtalya îsal 5. meşa, “Ji Ocalan re azadî , ji Kurdistanê re aştî” hat lidarxistin. Di meşa îsal de berxwedana Kobanê hat silavkirin. Di meşa bi sedan kes beşdar bûn meşvan 24 kîlometre meşiyan.

Girse ji bo meşê li ber Şaredariya Pantadera kom bûn. Beriya meşê bi Şaredarê Pontadera re hevdîtinek hat lidarxistin. Di hevdîtinê de ku pêşveçûnên li Kobanê hat ragihandin, Şaredar got, “Em heta dawiyê doza gelê Kurd destek dikin. Di demên dawî de em pêşveçûnên li Kobanê ji nêz ve dişopînin. Em ji dil piştgiriyê didin têkoşîna jina Kurd a li Kobanê û silav dikin.”

Di hevdîtinê de dosyayek pêşkeşî şaredar hat kirin, û plaketa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî “ wek diyarî radestî şaredar hat kirin. Girse saet, 10:00’an dest bi meşê kir. Meşvanên saet 11:30’an gihiştin Şaredariya Calcinaya, li vir jî dosyayek radestî şaredar hat kirin û plaket wek diyarî hat dayîn.  Şaredarê Calcinaya jî diyar kir ku rojevê dişopînin, weke bi salan e wê timî li rex gelê Kurd cih bigirin.

Girse saet 13:00’an gihişt Fornacette. Li vir meşvan ji aliyê endamên rêxistina çepgir ARCI hatin pêşwazîkirin.

Girseya ku piştî demeke kurt gihişt Cascina ji aliyê şaredar ve hat pêşwazîkirin. Li vir jî bi şaredar re hevdîtinek pêk hat. Şaredar got ku gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de mafdar e û got, “Em ê piştgiriya xwe ya ji we re berdewam bikin. Em hêvîdar in di demeke kurt de azadî bibe ya gelê Kurd. Em careke din li benda we ne ku hûn werin şaredariyê. Em hêvîdar in vê carê hûn ê bi awayekî ku hûn gihiştibin azadiyê werin.”

Meşvan saet, 18:00’an jî gihişt Pîsa. Girse li vir jî ji aliyê şaredar ve hatin pêşwazîkirin. Şaredara Pîsa ya li vir axaftinek kir got, “Em têkoşîna gelê Kurd a bi salan e dibînin. Berxwedana di demên dawî de nîşan dide berxwedaneke ku divê li cîhanê mînak bê girtin. Em ê timî li rex gelê Kurd bin. Ez ji vir jinên Kurd ên li Kobanê li ber xwe didin silav dikim."

Meşvanan jî diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe wê her sal vê meşa xwe dubare bikin."