Li Torontoyê meşa 'Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin'

Di çarçoveya kampanya "Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin" de ku ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) hatiye destpêkirin, li bajarê Toronto yê Kanadayê meşek hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê li navenda bajêr pêk hat û faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Meşa ku ji qada Bloorê dest pê kir heta qada Dundasê bi qasî 2 saetan dewam kir.

Di meşê de doza girtinê ya li dijî HDP'ê û girtina Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû, vekirîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê hatin şermezarkirin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa "HDP bi tenê nîne" hate hildan. Her wiha li ser armanca meşê bi sedan belavok hatin belavkirin.

Li qada Dundasê jî çalakgeran ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin.

Çalakî li qadê bi gerandina govendê bi dawî bû.