Li Torontoyê êrişa li Kobanê hate şermezarkirin

Kurdên li Torontoyê, êrişa dewleta Tirk a li gundê Helincê yê Kobanê şermezar kirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Azad a Sara êrişa dewleta Tirk a li Kobanê hate şermezarkirin.

Kurdistanî li pêşiya Cîty Hallê li hev kom bûn û 3 jinên li gundê Helincê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û qirker ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate destnîşankirin ku divê xwedîderketina li têkoşîna jinên Kurd li her qadê bê mezinkirin.

Kurdistaniyan bang li dewletan kirin ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin.