Li Torontoyê çalakiya protestoyî: Tirkiye sûcê şer dike!

Kurd tevî dostên xwe li bajarê Toronto yê Kanadayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanek pêk anîn.

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê tevî dostên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Çalakger li ber avahiya parlamentê ya Ontaîroyê li hev kom bûn û bi pankartan bal kişandin ser dagirkeriyê. Çalakgeran bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kirin. Di meşê de ya ber bi Konsolosxaneya DYE'yê dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Tirkiye sûcên şer dike" hatin qîrîn. Çalakger li kolana herî qelebalix a bajêr meşiyan û bi qîrîna dirûşman xwestin êrîşên dagirkeriyê tavilê bi dawî bibin.