Li Toronto meşa protestoyî ya Kurdan

Li bajarê Kanada Torontoyê, Kurd bi pêşengiya Meclîsa Gel a Toronto meşiyan.

Li bajarê Kanada Torontoyê, Kurd bi pêşengiya Meclîsa Gel a Toronto meşiyan.

Di meşa ku Kurdish House û saziyên din ên Kurdan ên li bajêr destek dan de, polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê hat şermezarkirin.

Meşê duh êvarê saet di 19'an de li navenda Toronto destpê kir û meşvanan bênavber dirûşmên "Sûcdarê şer Erdogan", "Kujer Erdogan", "PKK gel e gel li vir e" qîriyan. Li dû meşa girseyî mîtîngek hat lidarxistin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd li Torontoyê Îhsan Kaya li mîtîngê peyivî, bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê dike û destnîşan kir ku kujerê Alan ê cesedê wî li peravên derya Egeyê hat dîtin, hikûmeta AKP'ê ye. Kaya da xuyakirin ku Kurdên li Kanadayê wê her tim bi welatê xwe re bin û ji hemû beşdarên meşê spasiyên xwe pêşkêş kir.

Mîtîng piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.