Li Torîno Navenda Çandê ya Kurd hat vekirin
Li Torîno Navenda Çandê ya Kurd hat vekirin
Li Torîno Navenda Çandê ya Kurd hat vekirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Torîno yê Îtalya dijîn gihiştin komeleya xwe ya nû. Vekirina Komeleya Çandê ya Kurd bi tevlîbûna bi sedan kesan pêk hat.
Pîrozbahiya ku di navenda komeleyê pêk hat de, ji bo kesên di têkoşîna ji bo Kurdistanê û şoreşa cîhanê jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiya ku cejna vejînê 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin de di axaftinan de pêvajoya siyasî hat nirxandin û bangên piştgiriyê ji bo Rojava hatin kirin.
Piştî axaftinan ku govend hat gerandin pîrozbahî heta derengiya şevê dewam kir.
Di çarçoveya aktîvîteyên vekirinê de maça fînalê ya turnuvaya futbolê ku nêzî meheke berdewam dike hat lîstin. Di turnavaya ku 16 taxim dilîstin Ararat Spor bû şampiyon.