Li Tirkiyeyê kesek mir, hejmara nexweşan bi du qatî zêde bû

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku kesekî 89 salî ji ber şewba vîrûsa korona jiyana xwe ji dest da. Her wiha diyar kir ku hejmara kesên bi vîrûsê ne 98 e.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bi bîr xist ku beriya 7 rojan wan nexweşê destpêkê ragihandin û got, "Ji ber vîrûsa koronayê min nexweşekî xwe ji dest da. Ew bi xwe 89 salî bû. Vîrûs jî ji xebatkarekî wî yê ji Çînê pê ketibû."

Koca ragihand, ji ber danûstandinan û hin nîşaneyên vîrûsê, hin kes îzolekirî ne û xizmên wan tên kontrolkirin û got, "Ji van testan 51 kesên bi vîrûsê hatin tespîtkirin. Hejmara giştî ya nexweşê me 98 e."

Beriya rojekê hatibû ragihandin ku hejmara nexweşên bi vîrûsê 47 kes in. Di 16'ê Adarê de jî hatibû gotin ku 18 kes bi vîrûsê ne.