Li Tirkiyeyê 'Destên Paqij' pêkan e?
Li Tirkiyeyê 'Destên Paqij' pêkan e?
Li Tirkiyeyê 'Destên Paqij' pêkan e?
Her tişt di 17'ê Sibata 1992'an de destpê kir. Wesayîtek bi sîrenê şîn, bi fermana girtinê re ji Partiya Sosyalîst a Îtalyayê Serokê Pîo Albergo Trîvûlzîo Marîo Chîesa yê çav berdabû Şaredariya Mîlanê dibir. Chîesa dema 7 mîlyon lîre (nêzî 3 hezar û 500 Euro) bertîl digirt li ser sûc hat zevtkirin û ev yek binçavkirina yekemîn a operasyona Destên Paqij bû. Dema ev binçavkirin rû da Sekreterê Partiya Sosyalîst Bettîno Craxî digot Chîesa "fenbazekî bi tena serê xwe ye", ji lewre Partiya Sosyalîst "durist" e.
Lê belê welê nebû, li dû Chîesa gelek siyasetmedar hat û Komara Yekemîn têk çû. Destên Paqij (Manî Pûlîte) di cîhana siyasî û aborî ya Îtalî de gelek kes hedef girt. Lêpirsîna hat meşandin, sîstema bertîl û fînansmana li derveyî qanûnan a partiyên siyasî derxist holê. Ji bo vê sîstemê jî navê Tangentopolî" (Tangente-bertîl û polî bi yewnanî bajar) hat lêkirin.
KOMAREK TÊK ÇÛ
Wezîran, parlamenteran, senatoran, karsazan û Serokkomaran jî di vê sîstemê de cih girtibûn. Lêpirsîn ji aliyê şaxeke Dozgeriya Mîlanê ve hat meşandin û dûre li gelemperiya welêt belav bû. Nelirêtî li nava raya giştî rê li ber nerazîbûnek mezin vekir û vê bagerê cîhana siyasetê ser û bin kir. Partiyên dîrokî yên welêt Partiya Demokratên Xiristiyan, Partiya Sosyalîst a Îtalya, Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Îtalya û Partiya Lîberal a Îtalyayê tine bûn. Ser û binbûyîn ewçend mezin bû, ku nîqaşên li ser derbasbûna Komara Duyemîn destpê kirin.
Têkçûna partiyên kevneşop rê li ber coşeke mezin vekir. Ji xwe ji rast, çep û cîhana kar 5 hezar kes bûn mijara lêpirsînê, lê belê edalet piştre bi lawazî meşiya. Hin dadger tevli siyasetê bûn. Gava rewş bi vî rengî bû, dem di ser gelek dozan re bihurî. Di sala 2000 de li Mîlanê ji 2565 kesên di statuya bersûc de, bi tenê çar ji wan, ji ber cezagirtinê hatin girtin. Piştî ku Bettîon Craxî Yê ji bo Marîo Chîesa digot, "bi tena serê xwe ye" mehkûm bû, reviya Tûnisê û heta ku di 19'ê Çileya 2000 de mir li "sirgûnê" ma.
Li welêt nearmiyeke mezin a saziyî rû da. Rewşa xetimandî ya welêt di dawiya sala 1993'an de di nava raya giştî de rê li ber gumanan vekir. Piştî demekê di şûna daxwazên 'exlaqîkirin û zelalkirina siyasetê' de gotinên 'nabe ku welat di destê dadgeran de bê hiştin' hatin bihîstin. Hewl hat dayîn ku di nava raya giştî de nêrîna 'operasyona Destên paqij Îtalya ber bi kaosê ve dahf da' were serdestkirin. Di navbera daxawza edalet û zelalî û daxwaza bandoriya aboriyê de Îtaliyan daxwaza xwe ji tercîha xwe ji ya duyemîn re danîn.
DESTÊN PAQIJ BERLÛSCONÎ ANÎ SER DESTHILATDARIYÊ
Ji valahiya heyî Sîlvîo Berlûsconî sûd wergirt. Di sala 1994'an de derbasî ser tevgera "Forza Îtalya" bû û namzetiya xwe danî. Li dijî astengiyên li bazara kar rawestiya, bi gotineke din nerazîbûn nîşanî astengiyên li pêşiya nelirêtiyê derket. Yek ji nifteya bingehîn a serketina koalîsyona Berlûsconî, bêzariya di têkoşîna zelal û rewabûnê de ye.
Partiya herî mezin a rastgirt ku di encama sûdgirtina ji parçebûna çepgiran ava bû, bi feraseta "kargeh dewlet" xwe sipart baweriya xurt a Katolîk a li Îtalyayê û 17 salan li ser desthilatdariyê ma. Berlûsconî di sala 2011'an de îstifaya hikûmetê pêşkêş kir.
Operasyona "Manî Pûlîte" ku li dijî nelirêtiya weke "Kansera Civakî" dihat binavkirin pêngaveke awarte avêt, li gel vê jî nekarî nelirêtiyê ji holê rake. Piştî 21 salan zehmet dixuye ku ev pirsgirêk ji holê bê rakirin. Yên lêpirsîn meşandin jî heman encamê derdixînin: Nelirêtî hînê li naverastê ye û hînê berfireh bûye. Bi gotineke din Berlûsconî di desthilatdariya xwe ya 17 salan de operasyona Destên Paqij bi qasî tinekirinê qels kir û hêza wê ya li ser siyasetê kêm kir.
YA KU BISERNEKET NE DESTÊN PAQIJ, ÇÎNA SIYASETÊ YE
Dadgerê berê Antonî dî Pîetro yê di operasyona Manî Pûlîte de li dijî nelirêtiyê têkoşiya dibêje, ya biserneket ne Destên Paqij, lê çîna siyasî ye. Pîetro ku di heman demê de damezrînerê tevgera siyasî ya bi navê "Îtalyaya Nirxan" e dibêje, "Dema ev kansera civakî derket holê, di şûna bi ser wê de biçin, bi ser dadgeran de hatin." Li gorî Pîetro ne siyasetmedaran ne jî karsazan nexwestin ev sîstem biguhere. Di ser re siyasetmedaran hin sûc ji 'sûcbûyînê' derxistin yan jî dema dembihuriya dozê kurt kirin.
Di îndeksa nelirêtiyê ya Rêxistina Zelaliya Navneteweyî (Transparency International) a sala 2013'an de ji nava 177 welatan Îtalya di rêza 69'an de cih girt. Îtalya ku di sala 2011'an de jî di rêza 69. de bû di sala 2008'an de daketibû rêza 55'an.
Yek ji edîtorên berê yê hiqûqê yê rojnameya Fatto Qûotîdîano Marco Travaglîo, di nirxandineke sala 2012'an de digot li Îtalyayê nelirêtî hînê salane 60 heta 70 mîlyar Euro û revandina bacê jî 120 heta 150 mîlyar Euro dadiqurtîne. Wê demê nêzî 100 parlamenter ya ketibûn ber lêpirsîna nelirêtiyê yan hatibûn sûcdarkirin yan jî hatibûn mehkûmkirin.
NELIRÊTÎ SÛCEKE
Operasyona Destên Paqij a li Îtalyayê, di serî de Fransa û Spanya li gelek welatên Ewropayê weke pêdiviyekê timî tê rojevê. Ev yek jî di heman demê de sedemeke bingehîn a bêbaweriya li cîhana siyasetê ye.
Neteweyên Yekbûyî nelirêtiyê weke "sûc" bi nav dike. Sûcekî giran ê civakê qels dike, pêşvebirina aborî û civakî radiwestîne û xizaniyê zêde dike. Nelirêtî ku sîstemên perwerde û tenduristiyê jî qels dike, bi vî rengî civakê ji pêkhateyên bingehîn ên jiyanê bêpar dihêle. Ev kansera civakî di pêvajoyên hilbijartinan de ji ber dek û dolaban dînamîtê dixe binê demokrasiyê, saziyên cemaweriyê hildiweşîne û bêaramiya siyasî derdixîne holê. Nelirêtî ku dewleta hiqûqê ji rê derdixîne, bi vê yekê re newekhevî û bêedaletiyê zêde dike.
LI TIRKIYÊ, DESTÊN PAQIJ DIKARE PÊK WERE?
Operasyona Destên Paqij herî dawî di 17'ê Kanûnê de li Tirkiyê bi operasyonên bertîl û nelirêtiyê yên li hemberî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û derdora wî, hat rojevê. Erdogan ev operasyon weke "komplo" û "sûîkast" bi nav kir. Li nava raya giştî jî weke pevçûna desthilatdariyê ya navbera klana Erdogan û cemaeta Fethûllah Gulen a li nava polîs û dadgeriyê belav bûye, tê dîtin. Ev pevçûna ku alî bi awayekî vekirî dimeşÎnin, "dewleta paralel" a di nava dewletê de yekemcar ewçend zelal nîşan da.
Nêrîna "hêzên derve" ku Erdogan timî weke hêza li pişt vê operasyonê bi nav dike" her diçe xurt dibe û nêrînek derdikeve pêş ku ev "destê veşartî" biryar daye êdî bi AKP'ê re nemeşe û Cemaeta Gulen jî tenê ji vê re taşeroniyê dike.
Di encama vê pevçûnê de zehmet e ku texmîn li ser pêşeroja desthilatdariya AKP'ê were destnîşankirin. Lê belê gumanên cidî hene ku ev operasyonê nelirêtiyê ji holê rake yan na.
Bêguman ev operasyon asta sîstema nelirê û bê hiqûqê gihaştiye, radixe pêş çavan. Lê belê pirsa bingehîn li ser motîvasyona vê operasyonê ye. Gelo armanc ji holêrakirina nelirêtiyê ye? Eger operasyon bi destê cemaetê yan jî ji aliyê "hêzên derve" ve tê meşandin, sedemên mafdar hene ku ev guman derkevin holê. Ji xwe operasyona "Destên Paqij" divê bi "destên paqij" bên kirin. Yên operasyonê dimeşînin çiqasî paqij in?
Yek ji faktora bingehîn a AKP di sala 2002'an de derxist desthilatdariyê tevlihevkirya aborî û nelirêtiyê bû. Piştî 11 salan nelirêtî derket asteke hîn mezin û xeteretir. Hêz û hêzên îro weke rêveberên operasyona bertîl û nelirêtiyê tên bilêvkirin, di nava 11 salên bihurî de bi vê desthilatdariyê re tevgeriyan. Û yekanek sûcê desthilatdariya AKP'ê ya di vê demê de, ne tenê avakirina sîstema bertîl û nelirêtiyê bû, bi hevkarên xwe re meşandina sûcên şer û binpêkirinên giran ên mafên mirovan bûn.
Dibe ku ev operasyon dawiya desthilatdariya AKP'ê bîne, lê belê jiholêrakirina nelirêtiyê ne karê "Cemaeta Gulen" û piştevanên wî ye. Ev yek bi têkoşînên siyasî û civakî yên rastîn re gengaz e.