Li Tirkiyeyê 2 kes mirin 191 kes jî bi vîrûsê ket
Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa nû ya Korona 2 kes mirin. Di nava 24 saetan de jî hejmara kesên bi vîrûsê ketin bû du qat, ango gihişte 191’an.
Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa nû ya Korona 2 kes mirin. Di nava 24 saetan de jî hejmara kesên bi vîrûsê ketin bû du qat, ango gihişte 191’an.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî vîrûsa Covîd-19’an li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “nexweşeke me yê mêr ê 61 salî mir.”
Duh jî nexweşek miribû.
Koça got: “Testên îro bi encam bûne, vê yekê nîşa me dide ku tedbîr neçariyeke. 93 kesên din nû bi vîrûsê ketine. Bi vê yekê re 191 kes bi vîrûsê ketine. Bi hev re pêşiya xeteriyê bigirin.”
Li Tirkiyeyê kesê yekem bi vîrûsê ketibû 10’ê Adarê hatibû ragihandin. 16’ê Adarê hejmara 18 kesên bi vîrûsê ketibûn her roja diçe du qat zêde dibe û dewam dike.