Li Tirkiyê ji ber êrîşên "ji Sûriyê" 71 kes mirine!
Li Tirkiyê ji ber êrîşên "ji Sûriyê" 71 kes mirine!
Li Tirkiyê ji ber êrîşên "ji Sûriyê" 71 kes mirine!
"Erkdariya Sûriyê" ya li Parlamenta Tirk hat qebûlkirin, îro li Rojnameya Fermî ya hat weşandin. Di biryara dirêjkirina salekê ya erkdariyê de hat ragihandin ku hejmara penaberên xwe li Tirkiyê girtine 500 hezar derbas kiriye û hat gotin ku ji ber êrîşên ji Sûriyê 71 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
"Erkdariya Sûriyê" ku roja Çarşemê bi dengên parlamenterên AKP û MHP'ê hat qebûlkirin, îro li Rojnameya Fermî hat weşandin. Di biryarê de ji ber êrîşa kîmyewî ya 21'ê Tebaxê ya li Şamê, rejîma Sûriyê tê tawanbarkirin û hat ragihandin ku hejmara Sûriyeyiyên "Li Tirkiyê weke mêvan hatine qebûlkirin" 500 hezar derbas kirine, hejmara Sûriyeyiyên ji cih û warên xwe bûne jî gihaştiye 5 milyonî. Di biryarê de tê gotin ku ji Adara 2011'an dema destpêkirina pevçûnên li Sûriyê û vir ve, hejmara welatiyên Tirkiyê yên ji ber êrîşên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, 71 e.