Li Tirbespiyê ji bo azadiya Ocalan meş
Li Tirbespiyê ji bo azadiya Ocalan meş
Li Tirbespiyê ji bo azadiya Ocalan meş
Li Bajarê Tirbespiyê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.
Li Bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan û pişgirtiya kampanya berhevkirina îmzeyan ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan hatiye destpê kirin meşiyan. Meşa ku Ereb, Kurd, Suriyan û hemû pêkhateyên herêmê tevlê bûn, ji ber navenda Şehîd Dogan a Ciwanên Şoreşger destpê kir. Meşvan li piraniya kolanên bajr geriyan. Di meşê de siloganên ᾿̓Bê Serok Jiyan nabe᾿̓ û ᾿̓Belê ji bo azadiya Ocalan᾿̓ , her wiha pankartên li ser nivsîbûn ᾿̓ Aştî bê azadiya Ocalan pêk nayê᾿̓, Azadî ji bo Ocalan û Aştî ji bo Kurdistanê᾿̓ û ᾿̓ Serok APO felsefeya azadiyê ye᾿̓, her wiha posterên Ocalan û alên kurdî vekiribûn.
Meşvan li ber çerxeriya Azadî kombûn û li vir daxuyaniyek li ser rewşa Rêberê Gelê Krud Abdulah Ocalan hate xwendin. Piştre Endama Komîteya Amadekar a Meşê Rozerîn Ehmed axivî û diyar kir ku ji bo azadiya Ocalan û pişgirtiya kampanya azadiya Ocalan meş lidar xistine. Serokê Meclisa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û bal kişand ser giringiya kampanya berhevkirina îmzeyan û pêvajoya aşatiyê ku bi banga Ocalan hatiye destpê kirin. Piştî xwedina peyaman meş bidawî bû.
Li Tirbespiyê Kampanya berhevkirina Îmzeyan dê roja Yekşemê destpê bike.