Li Tirbespiyê Emîrekî El Qaîdeyê hate kuştin

Li Tirbespiyê Emîrekî El Qaîdeyê hate kuştin

Emîrekî komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) yê bi navê Enes Mihemed El-Himêdî li gundê Şermox El-Ceryan yê girêdayî herêma Tirbespiyê di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de hate kuştin.

 Li gundê Şermox El-Ceryan yê girêdayî herêma Tirbespiyê di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû dane, Emîrekî DAIŞ’ê yê bi navê Enes Mihemed El-Himêdî hate kuştin. Enes Mihemed El-Himêdî yek ji kesên ku agahiyên istixbaratî berhev dikirin û rê ji çeteyan re vekir ku di herêmê de bi cih bigirin.  El-Himêdî gelek tirompêl bombe kirin û li gel çeteyan bi dizî û talana herêma Til Hemîs tê naskirin.

 El-Himêdî ji şêniyên gundê Til El-Iwêniyê ye, kurê Mihemed Himêdî fermandarê tabûra Ehrar El-Iwêniyê ye. Vê  tabûrê di talan û koçkirina welatiyên herêmê de gelek kiryarên xerab kirin.

 Hemleya hêzên YPG’ê ya paqijkirina herêmê ji çeteyan beriya 2 rojan dest pê kir. Di encama hemleyê de bi dehan gund hatin rizgarkirin û hemle hê jî berdewam e.