Li Til Eranê 12 kurd hatin qetilkirin
Li Til Eranê 12 kurd hatin qetilkirin
Li Til Eranê 12 kurd hatin qetilkirin
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Îngiltere ye, ragihand ku di encama bombebarana bajarokê Tileranê yê girêdayî Helebê de, 12 hemwelatiyên kurd hatine qetilkirin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got ku duh balafirên şer ên rejîmê bajarokê Til Eranê ku niştecihên wê bi piranî kurd in, bombebaran kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di bombebaranê de herî kêm 12 kes hatine qetlkirin ku 7 kes jê ji yek malbatê ne û zêdetirî 11 kesan jî birîndar bûne. Tê gotin ku di nav kuştiyan de 6 zarok hene.