Li Til Eran dîsa komkujî, vê carê Esad lêxist
Li Til Eran dîsa komkujî, vê carê Esad lêxist
Li Til Eran dîsa komkujî, vê carê Esad lêxist
Hêzên Rêjîma Baas bajaroka Til Hasil û Til Eranê yên girêdayî Helebê ku piraniya şêniyên wan kurdin topbaran kirin. Di encama topbarana rejîmê ya li ser bajarokê Til Hasil û Til Eranê de, 14 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 16 welatî jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nêzî Lîwai Cebhet El Ekrad diyar kirin ku piştî komên çekdar ên girêdayî DAIŞ'ê ji bajarokê Sifîrê reviyane, xwe li bajarokê Til Eranê veşartine. Hêzên rejîmê jî bajar bi topan bombebaran kirine û di encama bombebaranê de 7 kes ji heman malbatê bi giştî 13 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane.
Her wiha li gorî agahiyên hatine bidestxistin hêzên Rêjîma Sûriyê derdora saet 09.00’an de bajaroka Til Hasil ku piraniya şêniyên wê kurdin topbaran kiriye. Hate hînbûn ku di encama topbaranê de welatiyekî kurd jiyana xwe ji dest daye û hin welatiyên din jî birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku hêzên rêjîma Sûriyê heta wesayîtên welatiyên sivîl jî bi fûzeyan hedef girtine û topbaran kirine.
Navên welatiyên Til Eran ên jiyana xwe jidest dane wiha ne: Remezan Hemûd Kiradî yê 26 salî, hevsera wî Qitna Elî Begçî ya 18 salî, Ezîza Remezan Kiradî 2 salî, Edla Hemûd Kiradî 17 salî, Ibrahîm Hemûd Kiradî 15 salî, Umer Hemûd Kiradî 13 salî, Macid Hemûd Kiradî 5 salî, Nesrî Nafi Hecî Hibo 40 salî, Xalid Nafi Hacî Hibo 33 salî, Hesen Naso Hemo Hacî Hibo 62 salî, Emar Xelîl Beşo 25 salî, Emar Xelîl Qadiro 15 salî û Neda Xalid Şimo ya 5 salî.