Li aliyekê operasyona bixwîn ya Îsraîlê ya li dijî Şerîda Xazeyê didome, li aliyekî din îro li navenda Tel-Avîvê di otobusekê de teqînê rû da, 3 jê giran herî kêm 10 kes birîndar bûn. Hikumetê got, “êrîşa terorîstî”.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê teqîn di otobusê de pêkhat. Lê belê hêjan bûyer zelal nebûye. Li gorî agahiyên destpêkê 3 jê giran herî kêm 10 kes birîndar bûn. Berdevkek yê hikumeta Îsraîlê ragihand ku, “li Tel-Avîvê di otobusê de teqînekê rû da. Ev êrîşekî terorîstiye.”
Teqîn nêzî Wezareta Parastinê rû da. Teqîna li paytextê Îsraîlê li Xazeyê bû çakvaniya keyfxweşiyê. Ji horparlorên di mizgefta beramberî nexweşxaneya Şîfa de agahiyên têkildarî bûyerê vedan, li taxan jî biboneya pîrozkirina bûyerê gule hatin reşandin.
Êrîş di dema hevdîtina Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton û Sekreterê Giştî yê NY Ban ki-Moon ku li bajarê Rammalah yê Şeria Rojava û Îsraîlê ji bo rawestandin şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de di civînê de bûn pêkhat.
Ji Adara 2011’an û vir ve cara yekem wesayîtek ya cemaweriya Îsraîlê dibe hedefa êrîşê. Di Adara 2011’an de di teqîna li nêzî îstasyona otobusan ya Qudisê rû dabû de, kesek miribû û ji 30 kesan zêdetir jî birîndar bibûn.
DI HEFTEYEKÊ DE HEZAR ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Di êrîşa hefteyek ya Îsraîlê de heya niha herî kêm 135 Filîstînî hatin kuştin û hezar êrîşên hewayî pêkanîn. Di êrîşên roketan de yek jê leşker 5 Îsraîlî hatin kuştin.