Li Taxa Gazî protestoya 9’ê Cotmehê
Li Taxa Gazî protestoya 9’ê Cotmehê
Li Taxa Gazî protestoya 9’ê Cotmehê
Meclisa Ciwanan ya BDP’a Sultangaziyê, bimeşekê komploya 9’ê Cotmehê a derketina Ocalan ji Sûriyeyê protesto kirin.
Girseya ku li Taxa Gazî bi ala PKK’ê meşiyan, sloganên “Bijî PKK, Bijî MLKP”, “Bimre komploya 9’ê Cotmehê”, “Bijî Serok Apo”, “PKK gele gel li vire”, “Komplo kêrî çi nehat, dê kêrî çi neyê” qîr kirin.
Ciwanên ku ji Parka Kemal Pîr heya rawestgeha Nalbur meşiyan, li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevkê Meclisa Ciwanên BDP’a Sultangaziyê Mûrat Yilmaz axivî û got: “Komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd pêkhatiye. Lê belê berxwedana ku Rêberê me û gelê Kurd piştî komployê nîşandayî, komploya 9’ê Cotmehê vala derxistiye. Em komploya ku di şexsê Rêberê me de li dijî hemû gelê Kurd pêkhatî, ku di serî de DYA û hemû welatên rol leyîstin nelet dikîn. Her wiha hemû şehîdên me ên bedenên xwe dane ber agir birêz bibîrtînîn.”
Çalakî bi Sirûda Çerxa Şoreşê û rêzgirtinê bidawî bû.