BI DÎMEN

Li Tambov û Saratov komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Li bajarên Tambov û Saratovê yên Rûsyayê, salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi civînan hate şermezarkirin.

Li navçeya Mîçurinskê ya bajarê Tambov ê Rûsyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, civînek hate lidarxistin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, endama Rêveberiya Meclîsa Mala Kurdan Arîn Viyan axivî û anî ziman ku 15'ê Sibatê ji bo wan rojeke reş e.

Beşdarên civînê sedem û armancên komployê vegotin û diyar kirin ku çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê di destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye.

SARATOV

Kurdên li navçeya Êrşov a bajarê Saratovê jî bi civînekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Civîn li avahiya Mala Kurdan a li navçeyê pêk hat.