Li Taksîmê polîsan êrişî gel kir

Li Taksîmê polîsan êrişî gel kir

Ji bo çalekiya protestoyê a li dijî nelirêtî û bertîlê girseya ku li pêş Navenda Çanda Fransa civiyan dema xwestin bimeşine Meydana Taksîmê polîsan bi ava şit êriş kir. Girseya ku piştî êrişê vekişiyan Kolana Îstiklalê çalekiya xwe bi qêrkirina dirûşmeyên weke “Hikûmet îstifa”, “Tayyip îstifa, biçe joriya jêr” qêr kirin.

Piştgiriya Taksîmê li dijî nelirêtiya hikûmeta AKP’ê bi dirûşmeyên “em li dijî nelirêtiyê, şelandinê, hesab dipirsîn” ku li Taksîmê piştî di saet 19.00’an de bangewaziya kombûnê kir şûnde li pêş Nevanda Çanda Fransa a li ser Kolana Îstikalalê civiyan. Girseya ku xwestin ji vir heya Meydana Taksîmê bimeşin polîsan bi TOMA û ava şit êriş kirê. Polîsa ji bo girseyê bangewaziya “belav bibin, dirûşmeyan qêr nekin” kir, girseyê jê vekişiya Kolana Îstiklalê bi qêrkirina dirûşmeyên weke “Hemû cih bertîl, hemû cih nelirêtî”, “Hikûmet îstifa bike”, sekna xwe berdewam dikin.

Komên ku li derdora Meydana Taksîmê civiyan polîsan bi ava şit êriş kirê. Polîsan bi guleyên plastîk û ava şit êriş kire ser girseya ku li Kolana Zambakê kom bûyî kir. Girseyê jî bi keviran bersiv da. Yên ku li Meydana Taksîmê û Kolana Îstîklalê kom bûyîn û dirûşmeyan qêr dikin dem deman di navbera wan û polîsan de pevçûn derdikevin. Çalekiya girseyê berdewame.

Li aliyê din yên ku armanca bejdarbûna çelekiyê li Rihtima Kadikoy civiyan dema ku xwestin li vapura Kabataş a Kadikoyê siwar bibin ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin.