Li Taksîmê herî kêm 34 kes hatin binçav kirin

Li Taksîmê herî kêm 34 kes hatin binçav kirin

Piştgiriya Taksîmê ku li dijî nelirêtiyên hikûmeta AKP’ê bi dirûşmeya “emê li dijî nelirêtiyê, şelandin û diziyê hesab bipirsîn” çalekiya pêk anî bi hezaran kesên ku tevlî çalekiyê bûn, piştî êrişa polîsan herî kêm 34 kes hatin binçav kirin.

Li gorî agahiyên ku Baroya Stenbolê dayî yên hatine binçav kirin di minibusên polîsan yên li pêşiya Rêveberiya Sularê de têne ragirtin. 3 parêzer jî hatine binçav kirin. Parêzerên jin yên bi navê Seda Rozerîn Kip û Harika Karataş ku bi erdê re hatin xijikandin xistin binçavan de û kelepçe kirin. Parêzerên jin piştî demekî hatin ragirtin şûnde serbest hatin berdan. Parêzerê stajyer Alper Atmaca hîna bi rewşa kelepçekirî di bin çavan de tê ragirtin.