Li Taksîmê 70’î kes hatin binçav kirin

Li Taksîmê 70’î kes hatin binçav kirin

 Di çalakiyên prostostoyî yên li Stenbolê ku li dijî nerêtiya hikûmeta AKP’ê û bi daxwaza îstifa hikûmata Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan pêktên de herî kêm 70 kes hatin binçav kirin.

Çalakiyên ku bi banga li ser tura medya civakî a “Em li Taksimê hevdû bibîn” pêktên de, duh êvarî berî ku çalekger bikevin qadê polîsan rê girtin.

Di seat 19:00’an de li ser rêya îstiklalê komek kombûn û bi sloganan berbi qadê ve meşiyan. Polîsan bi guleyên pilastîk, bombeyên gazê û ava bi şit destwerda çalakiyê. Çalakiya ku heya seatên dereng domkirin de herî kêm 70 kes hatin binçavkirin.

Li gel protestoyên li Stenbolê dem dem li Enqerê, Edenê, Antakya, Bursa, Çanakkale, Edîrne, Îzmîr, Kocaelî, Mereş, Mersîn, Zonguldak, Uşak, Eskişehir, Afyonkarahisar û Karabukê çalakî pêkdihatin. Di çalakiyan de bi teybet sloganên “Hikûmet îstifa bike”, “Diz heye” û “ Her der bertîl, her der nerêtî” hatin avêtin.