Li Taksîm û derdora wê bi hezaran polîs hatin bicihkirin
Qada Taksîmê ya li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hat qedexekirin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo pêşî li çûyîna Taksîmê were girtin, hemû rêyên ber bi qadê hatine girtin.
Qada Taksîmê ya li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hat qedexekirin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo pêşî li çûyîna Taksîmê were girtin, hemû rêyên ber bi qadê hatine girtin.
Qada Taksîmê ya li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hat qedexekirin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo pêşî li çûyîna Taksîmê were girtin, hemû rêyên ber bi qadê hatine girtin. Li Meydana Beşîktaş û ber Mizgefta Şîşlî jî, ku beşdarên pîrozbahiyan wê lê bicivin, polîs, TOMA û maşînên zirxî hatin bicihkirin.
Li Taksîma ku li pîrozbahiyên 1'ê Gulanê hatiye qedexekirin, bi tevgereke xurt dest bi rojê kir. Hemû rêyên diçin Taksîmê danê sibehê hatin girtin. Ne tenê li ser rêyên berê wan li Taksîmê ne, li çar aliyên Taksîmê ji duh bi şev heta serê vê sibehê bend hatin danîn. Bend ji aliyê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û polîsan ve hatin danîn.
Kolana li Tarlabaşi ya avahiya HDP'ê ya Bajêr lê ye, ji aliyê polîsan ve hat girtin. Hemû rêyên ji Tarlabaşi diçin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Li Bûlwara Tarlabaşi, gelek maşînên arkujiyê hatin bicihirin.
Ji gelek bajarên Tirkiyeyê, polîs ji Stenbolê re hatin veguhastin. Bi taybetî jî ji bajarên Kurdistanê polîs hatin Stenbolê. Ji Amed, Çewlik, Dîlok, Mûş, Qers, Riha, Erzîrom û Edene gelek polîs li Meydana Taksîmê û rêyên derdora wê hatin bicihkirin. Hat ragihandin ku bi qasî 1.500 polîs bi balafirê anîne Stenbolê.
Hemû rêyên ji Şîşlî û Mecîdiyekoyê diçin Taksîmê hatin girtin. Li gelek nuqteyan polîs bi maşînên zirxî bicih bûn. Polîs li ber Mizgefa Şîşlî cihê karker û kedkar lê bicivin û ber bi Taksîmê ve bimeşin jî bicih bûn. Balkêş e ku maşînên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin jî li vê nuqteyê tên rawestandin. Li qadên nêzî Taksîmê hejmara polîsan zêde dibe. Tevî polîsên fermî yên sivîl jî li herêmê tevdigerin.
Hemû rêyên ber bi Meydana Beşîktaşê jî ku karker û kedkar wê li vir jî bicivin û bimeşin Taksîmê, hatin girtin. Bi taybetî rêyên ber bi Çiragan û Balmûmcû bi polîsan hatin girtin. Bûlwara Barbarosê jî bi temamî di bin dorpêçiya polîsan de ye. Di vê navberê de polîsan ji rojnamevanên dixwazin rewşê bişopînin re gotin "Yên qerta zer li gel wan nîne, wê weke xwepêşandêr bê dîtin. Lewma qadê biterikînin".
Qada li Dolmabahçeyê ku Ofîsa Xebatê ya Serokwezaretiyê lê ye, bi bendên polîsan hat girtin û ji aliyê polîsan ve tê parastin.
Yek ji cihê ku di her sal karker û kedkarên dixwazin 1'ê Gulanê lê pîroz bikin lê rastî êrîşa polîsan tê Okmeydani ye. Rêyên ber bi vê derê jî ji aliyê polîsan ve hatine girtin.
Li Taksîm û derdora wê tevgereke zêde ya polîsan heye. Karker û Kedkar jî wê saet di 11'an de li Meydana Beşîktaşê, saet di 12'an de jî li ber Mizgefta Şîşlî bicivin û ber bi Meydana Taksîmê ve bimeşin.