Li Sydneyê Newroz bicoş hate pîroz kirin

Li Sydneyê Newroz bicoş hate pîroz kirin

Li bajarê Sydney yê Awûstralyayê Newroz bi coşek mezin hate pîroz kirin.

Pîrozbahiya ku Kurd û dostên wan yên li Sydney û derdorê wê tevlîbûyîn, ji ber sedema ku cihê pîrozbahî lêhate kirin yê gelê Aborjîn e bi sipasiya gelê Aborjîn destpê kir.

Pîrozbahî piştî rêzgirtinê, ji bo silavdayîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de bi dawol û zurneyan govend girêdan.

Di pîrozbahiyê de hevseroka Komeleya Kurdan ya li Sydneyê axaftinek kurt kir. Di axaftinê de mêvan silavkirin û Newroza her kesê pîroz kir, her wiha balkişande ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 21’ê Adarê ya li Amedê kirî. Hevserok da diyarkirin ku, dê kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin berdewam bike û axaftinên xwe bi vê gotinê bi dawî anî, ‘Ji Awûstralyayê heya Îmraliyê hezar silav’ bidawî kir.

Parlementerên Partiya Karkeran ya û yên Partiya Lîberal ya Awûstralyayê di axaftinên kirîn de cejna Newroza gelê Kurd pîroz kirin. Di axaftinên ku piştgirî dan daxuyaniya Ocalan ya dîrokî, hate xwestin girtiyên ser navê KCK’ê serbest bêne berdan û zimanê Kurdî fermî bê qebûl kirin.

Pîrozbahiya ku hunermend Xanemîr û Roj derketin ser dikê bi govendê bi dawî bû.