Li Sydneyê ji bo Efrînê meş hate lidarxistin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li Sydneyê bi meşekê hate protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li Sydneyê bi meşekê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Sydneyê dijîn bi wesîleya Roja Efrînê ya Cîhanê meşiyan. Saziyên sivîl ên civakî, nûnerên partiyên siyasî, sendîka û Kurdistanî tevlî meşê bûn.
Kurdistanî li Hyde Parkê hatin ba hev û heta Qada Opera Houseyê meşiyan.
Di meşê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate protestokirin. Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Amadekar ê meşê Brusk Aeviverî axivî.
Di axaftinê de hate diyarkirin ku divê hikumeta Avustralyayê têkiliya xwe ya bi Erdoğan re bide sekinandin û divê ji bo Efrînê gavan biavêje.