Li Sydneyê dîplomasiya li dijî tecrîdê

Li Sydneyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karê dîplomasiyê tê kirin.

Rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Berdevkê KNK'ê Îsmet Taştan dosyayek pêşkêşî parlamenterê Partiya Karker Poûl Lynch kirin.

Taşkan di dema serdanê de bi bîr xist ku tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Bêdengiya CPT ne ya qebûlkirinê ye."

'EM Ê RAKIRINA TECRÎDÊ BIXIN ROJEVA XWE'

Parlamenter Lynch jî got, "Rakirina tecrîdê di heman demê de wê rê li ber aştî û diyalogê veke. Ez vê pêvajoyê dişopînim. Partiya Karker hem li eyaletê hem jî li asta federal wê bikeve nava hewldanan ji bo mijar bikeve rojevê."

'ERDOGAN HER KESÎ WEKE DIJMINÊ XWE DIBÎNE'

Lynch nerazîbûn nîşanî faşîzma Erdogan da û got, "Erdogan rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û her kesên mûxalîf weke dijminê xwe dibîne. Ji bo pêşî li karên HDP'ê yên hilbijartinê bi her rengî zextê dike. Ev yek li dijî demokrasiyê ye."