Ji sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê yê Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Sydney yê Awûstralyayê merasima bîranînê hate pêkanîn.
Merasima bîranînê ku zêdetirî 200’an kesan tevlîbûn, bi rêzgirtin û xwendina Ey Reqîbê destpê kir. Di axaftinên ku bi zaravayên Kurmancî, Soranî û bi zimanê Tirkî hatin kirin de, sê jinên Kurd yên şoreşger ji aliyê hêzên ku şer dixwazin bi armanca hevdîtinên aştiyê têk bibin bi hovane pêkanîne. Lê belê ev hêz negihan armancên xwe û balkişande ser ku, gelê Kurd bi yek bedenê ev yek nîşanî wan hêzan daye.
Hate diyarkirin ku, hêjayî navê Amedê û sê jinên Kurd pêşwazî kirinek çêbû, gelê Kurd yên li Dêrsim, Elbîstan û Mêrsînê bi tevlîbûnek mezin hembêza xwe ji jinên hatine ser axa vekir. Di axaftinan de hate gotin ku, sê jinên Kurd yên şoreşger di tekoşîna Kurdistanê de li cihê herî girîng, bêy ku rawestin, navê xwe li dîroka Kurdistanê bi peyvên zêrîn nivîsandine û di tekoşîna xwe de bi taybet di tekoşîna azadiya jinê û di giştiyê de jî tekoşîna Kurd û Kurdistanê de dê ji aliyê Kurdistaniyan ve hêjayî wan bê birêve birin.
Di merasima bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de slayt û dîmenekî tekoşîna wan tê de hate pêşandin. Piştî beşdarvana hest û fikrên xwe anîn ziman, merasima bîranînê bidawî bû.