Li Sydney, Rennes, Marsilya û Lahey Newroz hat pîrozkirin

Li Sydney, Rennes, Marsilya û Lahey Newroz hat pîrozkirin

Li bajarê Sydney a Awustralyayê, bjarê Marsîlya û Rennes a Farnsayê û bajarê den Haag ya Hollandayê Newroz hat pîrozkirin. Di hemû pîrozbahiyan de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin û silavkirin.

Li Sydney a Avustralyayê kurdan Newroz pîroz kir.  Pîrozbahî li Komeleya Kurd a Awustralyayê pêk hat. Li baxçeyê komeleyê agir hat pêxistin û govend hatin gerandin.  Hozan Xanemîr derket ser dîkê û stran striya. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.

Pîrozbahiyeke din ya li Sydney dê di 23’ê Adarê de dê li Salona Şaredariya Blacktown pêk were.

LI RENNES HAT PÎROZKIRIN

Li bajarê Rennes a Fransayê jî kurdan duh meşek meşaleyî pêk anî. Lê ji ber şert û mercê hewayî meş pêk nehat û li Komeleya Kurd a Amara pîrozbahî hat organîekirin. Kurdan li baxçeyên komeleyê agir pêxistin û peyama Ocalan xwendin.

Bê navber dirûşme hatin berzkirin û her wiha Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  hatin bibîranîn.

Hunermendên herêmî derketin ser dikî û gel govend gerand. Pîrozahiyeke din jî dê di 24’ê Adarê de li Lorînet pêk were.

LI MARSÎLYAYÊ RESEPSIYON

Li Marsîlyayê jî roja çarşemê  resepsiyonek hat organîzekirin. Resepsiyon j aliyê Navenda Çanda Mezopotamya  li Salona Şaredariya Lîces pêk hat.

Seroka NÇM’ê Nezahat Şahîn, hemû kesê tevli şahiyê bibû slav kir û ji gel piştevanî xwest. Hunermend Omer û Burhan derketin ser dikê.

LI LAHEY COŞA NEWROZÊ

Li bajarê Lahey a Hollandayê jî kurdan mîtîgek û meşek pê anîn.  Kurdan saet di 18.00’an de çûn Komeleya karkeran a kurd. Mîtînga ku nêzî 2 hezar kesî tevli bûn agir pêxistin û govend gerandin.

Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Koma muzîkê ya herêmî derket ser dikê. Di pîrozbahiyê de banga tevlibûna  pîrozbahiya Newrozê ya  di 24’ê Adarê de dê pêk were hat kirin.