Li Swîsreyê kampanya 'pêşî li dagirkeriyê bigire'
Komeke ji siyasetmedar û parlamenterên Swîsreyî, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kirin.
Komeke ji siyasetmedar û parlamenterên Swîsreyî, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kirin.
Mûxatabê kampanyayê ku ji Swîsreyê tê xwestin li dijî dewleta Tirk bikeve nava tevbgerê, Serokê Konseya Federal a Swîsreyê Alaîn Berst û endamên Konseya Federal e.
Nerazîbûnên li êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê zêde dibin. Komek ji parlamenter û siyasetmedarên Swîsreyê, ji bo Konseya Federal a Swîsreyê li dijî dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê li ser înternetê dest bi kampanya îmzeyan kirin. Îmzeyên bên hevdan wê radestî Serokê Konseya Federal a Swîsreyê Alaîn berset û endamên Konseya Federal werin kirin.
Di daxuyaniya kampanyayê de bal hate kişandin ser girîngiya stratejîk a Efrînê û hat destnîşankirin ku li Rojava modelek ji Rojhilata Navîn re bibe mînak ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin.
Hat ragihandin ku dewleta Tirk Peymana Cenevreyê ya Navneteweyî li Sûriyeyê bi rengekî vekirî binpê dike û bang li hêzên navneteweyî û Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin ku çavên xwe li vê negirin û bikevin nava liv û tevgerê.
DAXWAZ
Di dewama daxuaniyê de hat gotin, Swîsre ku pêşengî û malovanî ji îmzekirina Peymana Cenevreyê re kiriye, nabe ku li pêşberî vê yekê bêdeng bimîne û ev daxwaz hatin kirin:
Divê Konseya Federal a Swîsreyê bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê bike û jê re ragihîne ku ew hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê şermezar dike.
Em bang li Konseya Federal a Swîsreyê dikin ku di mijara firotina çekan ji bo Rojhilata Navîn û Nîvgirava Ereb de moratoryûmê bike.
Em bang li Konseya Federal dikin ku li gel hêzên din ên navneteweyî li Rojava herêmeke ewle ava bikin.
Em bang li gelên Swîsreyê dikin ku piştgiriyê bidin Kurdan û ji bo şermezarkirina dewleta Tirk çalakiyan li dar bixin.
Hêzên navneteweyî gelê Kurd li pêşberî dewleta Tirk bi tenê hiştine. Pêwîstiya Kurdan niha bi desteka saziyên civaka sivîl a navneteweyî û gelan heye. Ji bo vê em bibin yek."
Navnîşana kampanyayê: