Li Swîsreyê greva birçîbûnê kete roja 7'an

Li Swîsreyê greva birçîbûnê kete roja 7'an. Di nav çalakvanan de komek jê ji Şûbeya Swîsreyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Reto Rûfer re hevdîtinek kir, xwest ku li dijî tecrîda li ser Ocalan tevbigerin.

Greva birçîbûnê ya li Swîsreyê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 7'an de bi dorvegerî didome. Ji çalakgerên grevê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji Şûbeya Swîsreyê ya Rêxistina Efûyê û nûnerê maseya Efrîka û Asyayê Retor Rûfer re rûnişt.

Di hevdînê de ya bi Rufer re, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate bibîrxistin, bêdengiya rêxistinên mafê mirovan a li bara vê rewşê hate vegotin. Çalakgeran gotin tecrîda li ser Ocalan her demê gelê Kurd dike hedefa xwe. Çalageran daxwazên xwe bi dosyayekê dane Rûfer.

Di hevdîtinê de Rûfer got rewşa Ocalan ne rewşeke şexsî ye, diyardeyeke civakî ye.

Rûfer got piştî ku dawî li hevdîtinên aştiyê hatiye, li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan zêde bûye û got, şerê li Tirkiyê bi tecrîdê re têkildar e. Rûfer herî dawî got ew ê daxwazên çalakgeran bigihîne cihên hewce.

Her wiha çalakgeran berêvarkî li ber gara trenê ya navendî ya Bernê çalakiyek kirin û daxwazên xwe anîn zimên. Çalakgeran ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda Ocalan û daxwazên xwe belavok belav kirin, bi dirûşmeyan kirinên dewleta Tirk şermezar kirin.