Li Swîsreyê 10 hezar kes ji bo Kobanê meşiyan!

Li Swîsreyê 10 hezar kes ji bo Kobanê meşiyan!

Li Swîsreyê bi beşdariya 10 hezar kesî bi armanca piştgiriya bi Kobanê re xwepêşandek hate lidarxistin.  Li ser navê Partiya Sosyalîst a Swsîreyê Sara Wyss axaftinek kir û bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî Kobanê şermezar kir û xwest di demeke zû de bikeve nava tevgerê. Serokê Giştî yê Partiya BASTA Martin Fluckiger diyar kir ku armanca êrîşên li ser Kobanê ew e ku PKK’ê li vir bifetisînin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn bi armanca balê bikişînin ser êrîşên li Kobanê û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar bikin, meşeke girseyî li dar xistin. Meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Swîsreyê ve hate organîzekirin, ji aliyê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê, Partiya Komunîst, BASTA, Tevgera Şoreşgerên Swîsreyê, Tevgera Otonom a Feminîstên Swîsreyê, Tevgera Anarşîstên Swîsreyê, Federasyona Komeleyên Elewiyan, DÎDÎF, MLKP,SKP, TIKB, Partizan, Parti Cephe  û gelek sazî û rêxistinên din ve hate destekkirin. Girseya bi beşdariya 10 hezar kesî li Messeplatz li hev kom û heta Barfuserplatzê bi dirûşim û pakartan meşiya. Kesên li derdorê jî bi çepika piştgirî da û çapemeniya Swîsreyê eleqeyeke xurt nîşan da.

Girse piştî meşa bi qasî 3 km berdewam kir, li bin baranê gihişt Barfuserplatzê. Di meşê de wêneyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan hate hilgirtin û li binê wêne nivîsa “Ev zilam qatil e” hebû.  Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re hate gotin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî hate şermezarkirin.

LI KURDISTANÊ BERXWEDAN, LI EWROPA SERHILDAN

Hevserokê KCD-E Murat Ceylan piştî mitîngê axaftinek kir û derbarê rewşa dawî ya Kobanê de agahî da. Ceylan diyar kir ku hiş û aqilê kesên êrîşên li dijî Kobanê pêk tînin û yê Erdogan yek in û da zanîn ku daxuyaniyên Erdogan ên vê dawiyê vê yekê nîşan dide.  Ceylan diyar kir ku Erdogan DAIŞ’ê xwedî dike û bang li her kesî kir ku li Kurdistanê bi berxwedanê û li Ewropayê bi serhildanan bersiv bidin êrîşên DAIŞ’ê

HEDEF MODELA RÊVEBERIYA XWESER E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurdistanê komployê vala derxistiye. Aydar bal kişand ser êrîşên li ser Kobanê û diyar kir ku armanca êrîşan modela rêveberiya xweser a Rojava ye.

EM BÊ DENG NEMÎNIN

Li ser navê Partiya Sosyalîst a Swsîreyê Sara Wyss axaftinek kir û bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî Kobanê şermezar kir û xwest di demeke zû de bikeve nava tevgerê. Wyss da zanîn ku DAIŞ ne tneê ji bo Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê xeter e û bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê bê deng nemînin.

LI KOBANÊ ARMANC FETISANDINA PKK’Ê YE

Serokê Partiya BASTA Martin Flückiger diyar kir ku armanca êrîşên li ser Kobanê têkbirina modela Rojava ya ku li cîhanê mînak e û diyar kir ku armanca êrîşên li ser Kobanê ew e ku PKK’ê li vir bifetisînin. Flückiger diyar kir ku Kurd sembola gelên bindest e û got: “Ji ber vê jî em hemû Kurd in.”

Di dawiya çalakiyê de sazî û rêxistinên cûda daxuyaniyê xwe dan û bang li raya giştî ya navteweyî kirin ku ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê.