Li Swêdê jinan ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê li dar xistin

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye jinan ji bo piştgiriya Rojava li navenda bajêr çalakiyek li dar xistin.

19 partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên ku Înîsiyatîfa Femînîst, Partiya Çepgir, Komîteya Jineolojiyê, Jinên Ciwan ên Azad, Yekîtiya Jinan a Sara, Komîteyên Rojava û Federasyona Ciwanên Syndîkalîst (SÛF) jî di nav de, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û yên dewleta Tirk ên li dijî Efrîn û Rojava hatin şermezar kirin.

Çalakî di saet 13.00’an de li Qada Marîatorgetê hate lidarxistin. Li vê derê Lînda Svensson axivî û diyar kir ku Rojava herêma herî aştîxwaz a cîhanê ye, lê ji ber vê taybetiya xwe DAÎŞ û dewleta Tirk êrîşî Efrînê kirine.

Piştre li ser navê Yekîtiya Jinan a Sarayê Ayşe Goktepe axivî û diyar kir ku pergala li Rojava pergaleke femînîst e û jin di her qada jiyanê de tevlî avakirin û rêveberiyan dibin.

Li ser navê SÛF’ê jî Karîna Persson axivî û got, “Em pergala demokratîk a Rojava ji bo vê derê jî dixwazin. Em dixwazin ji dêvila mêran pergaleke wisa hebe ku jin me biparêzin.”

Jinan piştre dest bi meşê kirin û li Parka Tantoyê seyranek lidarxistin. Dem bi dem bi stran û sirûdan govend hate gerandin û slogan hatin qîrkirin ên ku piştgiriya Tevgera Azadiyê ya Kurdan dike.