Li Swêdê îro kurdan lez dan xebatên kampanya îmzeyan

Li Swêdê îro kurdan lez dan xebatên kampanya îmzeyan

Konseya Komeleyên kurd a li Swêdê, di çaçroveya kampanya "ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statu" ku KON-KURDÊ daye destpêkirin, li Stockholmê lez dan xebatan.

Îro li navenda Stockholmê û stasyonên Metroyê Kurdistaniyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan îmze kom kirin.

Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, her ku diçe kampanya îmzeyan a bi daxwaza azadiya Ocalan destpêkirî berfireh dikin.

Bi însîyatîfa Konseya Komeleyên Kurd li Swêdê, bi dehan Kurdên li Stockholmê dijîn îro li navenda bajêr û li stasyonên Metroyê îmze kom kirin. Di xebatên îro de bi sedan îmze hatin berhevkirin.

Balkêş bû ji bilî Swêdiyan, gelek kesên ji gelên din ên li Swêdê dijîn, bi îmzeyên xwe piştgirî dan kampanyayê û xwestin Ocalan û gelê kurd bigihijin azadiya xwe..