Li Swêdê dema Keskan û demokratên sosyal destpê kir

Li Swêdê dema Keskan û demokratên sosyal destpê kir

Li Swêdê di hilbijartinên 14’ê Îlonê de partiyên hikûmet ava dikirin, bi rêjeyeke mezin deng winda kirin û Serokê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Stefan Lofven ku bi armanca hikûmeta nû ava bike hate peywirdarkirin, îro li parlamentoyê daxuyaniyek da çapemeniyê û bernameya hikûmet û wezîrên di kabîneyê de cih digirin aşkera kir.

Lofven di bernameya ku di parlamentoyê de xwend sozên wekê ku wê di rewşa betal û şert û mercên jiyana jinan baş bikin, parastina hawirdor û sûcên ji ber îstîsmara zayendî wê ceza bikin, dan.

DI BERNAMEYÊ DE WEKHEVIYA JIN Û MÊR

Lofven da zanîn ku ji bo bihêzbûna jiyana kar a jinan wê reforman pêk bînin û her sal di heqdestên jin û mêran de wekheviyê pêk bînin. Lofven got ku wê xebata rojekê bibe norma piyasaya kar û xebata part-tîme jî wê bibe derfet.

Her wiha got ku di rêveberiyên şîrketan de jî wê ji sedî 40 kotayê pêk bînin.

Di bernameya nû ya hikûmetê de der barê daxwaza qedexekirina pêkanîna karên şîrketên taybet de tiştek cih negirt. Hat gotin ku wê di qanûnan de der barê kontrolkirina şîrketan de sererastkirinên hêsan bên kirin.

LÎSE WÊ BÊ FERZKIRIN

Lofven diyar kir wê lîseyê ferz bikin û perwerdehiya pîşeyî wê bi şîrketan re  ji nû ve amade bikin.

Lovfen her wiha da zanîn ku wê Filistînê wek dewletek serbixwe nas bikin. Di hikûmeta ku 24 wezîr cih digirin de jin û mêr wekhev temsîl dikin. Her wiha du wezîrên li Tirkiyeyê ji dayik bûne jî cih digirin.