Li Swêdê çalakiyên dengderxistinê û xwepêşandanên protestokirina AKP'ê

Li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, jinên Kurd, Tirk û Elewî, ji bo operasyonên AKP'ê yên qirkirinê bi dawî bibin û birîndarên li jêrzemînên avahiyên li Cizîrê asê man e bên rizgarkirin, çalakî lidar xistin.

Li bajarên Swêd Stockholm û Goteborgê, jinên Kurd, Tirk û Elewî, ji bo operasyonên AKP'ê yên qirkirinê bi dawî bibin û birîndarên li jêrzemînên avahiyên li Cizîrê asê man e bên rizgarkirin, çalakî lidar xistin. Li bajarê Orebro jî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê daketin qadan û hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa yên li hemberî komkujiyên tên serê Kurdan bêdeng in, şermezar kirin.

Jinên Kurd, Tirk û Elewî li Meydana Sergel a Stockholmê û li navenda bazarê ya Goteborgê Femman duh danê nîvro li hev civiyan û ji bo komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin li pîspîskan xistin û dengê tilîliyên xwe bilind kirin.

Çalakiya li Stockholmê bi şiyara "Li dijî zilmê derkeve, tu jî bibe dengê aştiyê" hat lidarxistin. Jinan li def û qûşxaneyan xistin û bi qîrîna dirûşmeyan hikûmeta AKP'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh û ji HDP'ê Îlknûr Bîrol jî amade bûn.

Kakabaveh nerazîbûn nîşanî bêdengiya Swêd û Yekîtiya Ewropayê da û anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya hevdîtinên aştiyê, ragirtina navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorîst' de ye. Kakabaveh ji Hikûmeta Swêdê xwest, ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin, li nava Yekîtiya Ewropayê bikeve nava hewldanan.

Piştî axaftinan jinan sirûdên bi Kurdî gotin û bi qîrînda dirûşmên "Bijî Serok Apo" belav bûn.

Li bajarê Orebro jî li ser banga PJAK'ê Kurdistaniyan meş û mîtîngek lidar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê protesto kirin.

Li refên herî pêş ên meşê pankarta bi nivîsa "Em komkujiyên Tirkiye (Erdogan) li gelê sivîl dike, şermezar dikin" hat hilgirtin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" û "Ji Kurdistanê re statu ji Ocalan re azadî" hatin qîrîn.

Swêdî û Suryaniyan jî cihê xwe di xwepêşandanê de girtin. Di axaftinên li vir de bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku ji bo sekinandina komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bikevin nava tevgerê.

...