Li Swêdê banga ‘Divê HDP bendê derbas bike’
Li Swêdê ji aliyê sedan penaber, demokrat û sosyalîstan ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji bo HDP’ê kirin.
Li Swêdê ji aliyê sedan penaber, demokrat û sosyalîstan ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji bo HDP’ê kirin.
Li Swêdê ji aliyê sedan penaber, demokrat û sosyalîstan ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya ji bo HDP’ê kir. Di daxuyaniya ku ji bo HDP’ê banga dengan hat kirin wiha hat gotin: “Ya AKP, di avakirina rejîmeke otorîter de dimeşe, wê bê paşdexistin, an jî wê demên giran û zehmet ji bo kesên bindest û azadîxwaz, bên jiyîn.”
HEDEF ŞÛNDEXISTINA AKP’Ê YE
Sedat Ozguven ku di nav kesên bang kirin de cih girt, diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê gelek girînge û got: “Li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP’ê wê hemû kes tercîha xwe diyar dikin û divê her tiştî li ber çavan bigirin. Hedefa sereke ev e ku ji desthilatdariya AKP’ê re, ji pergala serokatiyê re bêjin ‘na’ û benda ji sedî 10 bê hilweşandin.”
Ozguven di berdewamiyê de diyar kir ku divê demokrat, sosyalîst pirsgirêkên nava xwe li aliyekî bihêlin û piştgiriyê bidin HDP’ê û wiha berdewam kir: “Eger HDP bendê derbas neke de wê AKP xurtir be û wê parlamento ji muxalefeta demokratîk bêpar bimîne. Ji bo Tirkiyeyê wê serdemek zehmet destpê bike. Eger HDP ji derveyê parlametnoyê bimîne de wê rîska tinekirina azadî û demokrasiyan jî bi xwe re bîne. Ji ber vê jî divê tercîh li gorî vê bên kirin.”
DERBASKIRINA BENDÊ GIRÎNG E
Di banga bi ser navê ‘Divê HDP bendê derbas bike’ ya ku 112 kesên ji komên pîşeyî yên cuda û netewên cuda îmzekirin de wiha hat gotin: “Hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li welatê me pêk tê gelek girîng e. Yan AKP ye ku di rêya avakirina rejîma otorîter û paşverû de dimeşe wê bê şûnde xistin an jî wê bindest û kesên aliyên azadiyê wê demên zehmetir bijîn. Hedefa sereke ya hilbijartinan eve ku AKP di sindoqande bê çalkirin. Di rawestandina pêvajoyên otorîter û paşverû de, rola alîgirên aştî, demokrasî û kedê wê girîng be.
Dibe ku ne endamên HDP, an jî destekvanê wan bin. Dibe ku xwe cuda vebêjin. Lê divê neyê jibîrkirin ku hêza herî bi bandor a avakirina rejîma otorîter bide sekinandin di vir de derbas dibe. Li meclîsê ji bo muhalefeteke demokratîk a xurt, divê HDP bendê derbas bike.
Ji ber vê sedemê divê hemû kesên xwedî nêzîkatiyek siyasî ya cuda ne tercîha xwe li aliyê HDP’ê bikin. Em hem her kesî dawet dikin ku vê bangê îmze bikin. Em bi bendê xwedî li dengên hatin xespkirinê derdikevin.”