Li Swêd û Romanya Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Swêd û Romanya Pêngava 15’ê Tebaxê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên ku li bajarê Goteborg û Gavle yê Swêd û her wiha li Bukreşa Romanya dijîn Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin.  

Pîrozbahiya li Goteborgê Komeleya Jin a Kurd a ji bo Entegrasyonê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê Meclîsa Gel a Goteborg Şivan Caf girîngiya 15’ê Tebaxê ku destnîşan kir û şûnde di axaftina xwe de bal kişand ser pêşveçûnên li Rojava.

Caf da xuyakirin ku pêşketinên li Rojava wê parçeyên din ên Kurdistanê jî bandor bike û anî ziman ku divê gelê Kurd li hemberî komên terorîst ên girêdayî El Nusra yên ji aliyê dewletên wek Tirkiye, Suudî Arabîstan û Katar ve tên destekkirin piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Rojava.  

Abdul Shareshurî yê li ser navê tevgera Goran axaftinek kir da xuyakirin ku gelê Rojava li hemberî çeteyan bi lehengî şer dike û ji bo piştgiriya ji gelê Rojava re wê beşdarî her xebat û çalakiyan bibin.

Umet Gomesînî jî ku li ser navê YNK’ê axivî piştî behsa girîngiya 15’ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurd kir û şûnde baweriya xwe bi serketina pêvajoya aştiyê re anî ziman.

Meleyê Mizgefta Bediiuzeman Saîdê Kurdî Mele Servet jî di axaftina xwe ya pîrozbahiyê de Pengava 15’ê Tebaxê pîroz kir û bal kişand ser bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê diqewimin. Servet destnîşan kir ku tu eleqeta kesên êrîşî gelê Rojava dikin bi Îslamiyet û Mislimantiyê re nîne  û qetlîamên li ser navê Îslamê li dijî gelê Kurd tên kirin wek hovîtiyê bi nav kir.

Piştî axaftinan li ber stran û merşên Kurdî Kurdistaniyên ku govend gerandin xwarinên wan bi xwe çêkiribûn bi hev re xwarin.

LI GAVLE PÎROZBAHIYA 15’Ê TEBAXÊ

Meclîsa Gel a Gavleborg jî li derveyî bajarê Gavle li qadeke vekirî Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir. Di pîrozbahiya ku ji 4 parçeyên Kurdistanê gel beşdar bû de, Hevserokê Meclîsa Gel a di axaftina xwe de da xuyakirin ku 15’ê Tebaxê destpêkeke û wek dewama wê xetê di roja me de gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê giraveke mirovatî û demokrasiyê afirandiye.     

Pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.

LI MALMO CIWAN JI BO OCALAN ÎMZEYAN KOM DIKIN

Ciwanên li Malmo dijîn di mîhrîcana ku di navbera 12-16’ê Tebaxê de Malmo hat lidarxistin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kirin. Ciwanan di roja yekemîn de ku 400 îmze berhev kirin.

LI ROMANYAYÊ JÎ 15’Ê TEBAXÊ HAT PÎROZKIRIN

Li paytexta Bukreş Romanya bi wesîleya cejna vejînê 15’ê Tebaxê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve li  Komeleya Çandê ya Kurd şahiyek hat organîzekirin. Di çalakiya ku gelek welatparêzên Kurd beşdar bûn de serokê komeleyê Alî Yildiz axaftinek kir. Yildiz got ku têkoşîna çekdarî ya 15’ê Tebaxa sala 1984’an de li Erûhê destpê kir di roja me de veguheriye tevgereke gel a muezzem.

Di şahiyê de êrîşên komê çete yên li Rojava ku hatin şermezarkirin peyama gelê Rojava ne bi tenê ye hat dayîn.