Li Swêd ji bo Kobanê greva birçîbûnê

Li Swêd ji bo Kobanê greva birçîbûnê

Bi armanca piştevaniya bi şervanên YPG-YPJ û gelê Kobanê yê rastî êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ tê, Kurdistanî li paytexta Stockholm a Swêd dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di konê li Qada Sergel a navenda bajêr hat vedan, bi 25 kesan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Her diçe hejmara beşdaran zêdetir dibe.  

Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistan Masuma Ameen a tevlî greva birçîbûnê bû, xwest hikûmeta Swêd bikeve dewreyê û alîkariyê bide gelê Kobanê.

Yaşar Kuçukaslan ê Sûryanî jî ku beşdarî çalakiyê bû got ku li pişt êrîşên li hember Kobanê dewleta Tirk heye û paşverûtiya herêmê û dewleta Tirk hewl didin şoreşa Rojava ya berhema têkoşîna 40 salan a tevgera şoreşgerî bifetisînin.

Kemal Gorgu Serokê Konseya Aştiyê ya Swêd ku 11 rêxistinên aştiyê di bin banê wê de ne diyar kir, Kobanê sembola aştî, wekhevî û azadiyê ye û ji ber vê wek dilxwazekî aştiyê û hunermend tevlî greva birçîbûnê bûye.

Serdanên ji bo greva birçîbûnê didomin. Latîfe Fegan a yek ji kesayeta naskirî ya tevgera şoreşger a Tirkiye jî ku hat serdana çalakgeran diyar kir, şoreşa Rojava ji bo tevayî Rojhilata Navîn modelek e.