‘Li Sûriyeyê înkarkirina Kurdan wê bibe sedema rijandina xwînê’

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen got ku, “Heke hûn naxwazin 3 mehan carekê biçin Rûsyayê divê hûn têkiliyên aştiyane bi gelê Kurd ê li Sûriyeyê re deynin.”

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen rojeva civîna Lijneya Rêveber a Navendî bi raya giştî re par ve kir.

SOÇÎ

Nirxandinên Bîlgen ên li Navenda Giştî ya HDP’ê wisa ye:

“Civîna li Soçiyê û xurtbûna hêviya aştiyê ya li Sûriyeyê, ji bo me hemûyan rewşeke hêvîdar e. Gelekî baş e ku, hatiye dîtin kêşe divê bi diyalogê çareser bibin û hikumeta Tirkiyeyê jî hatiye vê astê. Lê tunehesibandina Kurdan wê xizmetê ji rijandina xwînê re bike. Heke Tirkiye naxwaza 3 mehan carekê biçe Rûsyayê divê ligel gelê Kurd ê li Sûriyeyê têkiliyên aştiyane deyne. Helwestên li dijî vî tiştî wê xisarê bide aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û wê li herêmê aloziyên nû derxîne holê.

GEFA LI SER ELEWIYAN

Me dît ku li Meletiyê xaniyên Elewiyan hatine deqkirin. Ev demên berê jî hatibû ceribandin û her kes dizane wateya vî tiştî çi ye. Nikarin vî tiştî têxin stûyê kesên berasteng. Ev ji Tirkiyeyê xeteke erdhejê ye. Rabirdûyeke wê ya dîrokî û civakî heye. Divê têkildarî vê mijarê lêpirsîneke cîddî were destpêkirin. Nayê qebûlkirin ku Elewî li wê derê tedîrgîn bibin û ji neçarî malên xwe biterikînin.

BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN

Li pêş me dozên Demîrtaş, Yuksekdag û Balûken heye. Em dixwazin careke din balê bikşînin ser mafê darizandina hiqûqî û mafê tevlêbûna li dozê. Lê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser Gulser Yildirimê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê rêya hiqûqî ya navxweyî îflas kiriye. Li dadgeheke wisa bifikirin ku baweriyê pê tînin ku Mûrat Karayilan bi nivîsandina tweetan talîmat daye.”