Li Sûriyeyê hejmara miriyan 220 hezar derbas kir

Li gorî Saziya Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê ye, ji Adara sala 2011’an û vir ve di şerê li Sûriyeyê de zêdeyî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Saziya Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê ye, ji Adara sala 2011’an û vir ve di şerê li Sûriyeyê de zêdeyî 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Saziya Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li paytexta Îngilîstan Londonê ye, di mijara windahiyên can û pevçûnên li Sûriyêyê de daxuyariyek da û diyar kir ku hejmara mirovên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane 220 hezar derbas kiriye.

Serokê saziyê Ramî Abdulrahman ku ji ajansa AFP’ê re axivî  diyar ki ku heta niha mirina 222 hezar û 271 kesî hatiye raporkirin û destnîşan kir ku  ji 67 hezarî zêdetir kes sivîlin û ji van jî 11 hezar jî zarokin.

Li gorî raporê 47 hezar leşkerên Esad û alîgirên wî ne di pevçûnan de mirine. Her wiha 700 mîlîtanên alîgirên Esad jî jiyana xwe ji dest dane.

Di pevçûnan de 40 hezar yên dij rejîmê, 28 hezar cîhadî mirine.

Li gorî bîlaçoyê 20 hezar kesên w,nda jî hîna tevlî bîlançoyê nehatine kirin û hejmara rast a miriyan ji tespîtan zêdetire.