Li Sûriyeyê di êrîşa li dijî qereqolê de 13 kes mirin

Li Sûriyeyê di êrîşa li dijî qereqolê de 13 kes mirin

Li bakurê paytexta Sûriyê Şamê, di êrîşeke bi wesaîta bombebarkirî ya li bajarê Deîr Atiyeh de 10 jê polîs 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya navenda wê li Londonê ye, êrîş li nêzî qereqoleke polîsan a li bajarê Deîr Atiyeh pêk hatiye.

Ajansa nûçeyan a dewletê ya Sûriyê SANA êrîş piştrast kir û diyar kir ku êrîşa "terorîst" de mirî hene.

Êrîşa bombeyî, di demeke ku artêşa rejîma Sûriyê hewl dide kontrola derdora Şamê ji nû ve bixe destê xwe, pêk hat.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku artêşa rejîmê kontrola herêma Cabar a bi mehane di destê hêzên mûxalîf debû, xistiye destê xwe bû ber bi herêma Kabûn ve diçe.

Hêzên mûxalîf ji Cabar û Kabûnê bi hewanan êrîşî paytext Şamê dikirin.

Di vê navberê de tê gotin, pevçûna navbera Artêşa Azad a Sûriyê û komên alîgirên Cîhadê li Helebê giran dibe.

Pevçûnên navbera herdu aliyan de, bi kuştina fermandarekî payebilind ê Artêşa Azad a Sûriyê Kemal Hamamî destpê kiribû.

Rêxistinbûyîna Talîbanê ya li Pakîstanê daxuyaniyek a Ajansa Nûçeyan a Reutersê û diyar kir ku wan bi sedan şervanên xwe şandine Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye, Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku ji destpêkirina krîza Sûriyê û vir ve 93 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.