Li Sûriyeyê Amerîka îstîxbarata komên îslamî kom dike
Li Sûriyeyê Amerîka îstîxbarata komên îslamî kom dike
Li Sûriyeyê Amerîka îstîxbarata komên îslamî kom dike
Hate îdîakirin ku, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) derbarê rêxistinên îslamî yên girêdayî El Qaîdeyê de, bi riya balefirên bê mirov ên bi navê Drone îstîxbaratê kom dike û xwe amade dike ku li van koman bixe.
Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkayê ya bi navê Los Angeles Times, rêveberiya DYA’yê derbarê komên îslamî yên li Sûriyeyê de agahiyan kom dike. Li gorî nûçeyê Amerîka xwe amade dike ku piştî komkirina van agahiyan bi balefirên bê mirov ên bi navê Drone li van koman bixe.
Tê gotin ku, bi vê mebestê berê hinek Droneyên li Pakîstan û Yemenê ji bo komkirina îstîxbaratê dane Sûriyeyê. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, Serokê Amerîkayê Barack Obama li dijî komên îslamî ji bo êrîşa bi Droneyan hîn destûr nedaye, lê mijar di rojeva wan de ye.
Hate gotin ku, wê rêveberiya Amerîkayê van îstîxbaratan ji bo têkoşîna li dijî komên îslamî yên radîkal, bide muxalefeta Sûriyeyê jî.