Li Sûriyeyê agahî ji 3 welatiyên Kurd nayê girtin

Li Sûriyeyê agahî ji 3 welatiyên Kurd nayê girtin

Welatiyê Kurd Ednan Henan Ebdo ji beriya mehekê, ji bo wergirtina muçeyên xwe bigire ji mal derketiye û ji vê demê ve windaye. Li aliyeke din jî di 19᾿ê hezîranê de 2 ciwanên Kurd li herêma ku serbazekî Sûriyeyê lê hatiye kuştin hatine girtin.

Li bajarê Helebê welatiyê Kurd Ednan Henan Ebdo ji beriya mehekê, dema ji mala xwe ya taxa Şêxmeqsûd berê xwe da navenda bajêr da ku muçeyê xwe bigre êdî ne ziviriye malê û ji wê demê ve windaye. Ebdo di sala 1968᾿an de li gundê Nazê yê navçeya Şera ya Efrînê hatiye dinê û di kargeha Iskan Eskerî de dixebitî.

Li Paytexta Sûriyeyê Şamê jî di 19᾿ê hezîranê de ciwanên Kurd Hesen Hiso û Hisên Hiso dema li taxa Berzê Beled a Şamê digeriyan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin. Li gor agahiyan Hisên û Hesen saet di 01:00᾿an de xwestine biçin mala mirovekî xwe, bi tesadufî serbazekî Sûriyeyê li taxê  ji aliyê hêzên muxalefetê ve hatine kuştin. Li ser vê yekê hêzên rejîmê jî ew girtine. Malbata Hesen û Hisên da zanîn ku ji wê demê ve ti agahî li ser rewşa zarokên xwe negirtine.