Li Sûriyê nêzî 600 leşkerên Rojavayî yên bi pere hene!
Li Sûriyê nêzî 600 leşkerên Rojavayî yên bi pere hene!
Li Sûriyê nêzî 600 leşkerên Rojavayî yên bi pere hene!
Servîsên taybet ên Rûs û Sûriyeyî, îstîxbarata li ser 600 leşkerên bi pere yên ji Rûsya, Emerîka û Ewropayê li Sûriyê şer dikin, parve kirin. ,
Ajansa nûçeyan a Rûs a Navnetewî RIA Novostî, ji Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûs û Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê yê ji Rojhilata Navîn Berpirsyar Mîkhaîl Bogdanov, der heqê parvekirina agahiyên li ser leşkerên bi pere yên bi rayedarên Sûriyê re, pirs pirsî. Alîkarê Wezîr goti "Di navbera servîsên taybet de parvekirina nêrîn, parvekirina agahiyan heye."
Bogdanov got, "Di serî de Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ji gelek welatên cûda bi sedan leşkerên bi pere û tûrîst hene. Yên bi awayekî fermî welatiyên Rûs in, lê li gel komên çekdar şer dikin jî hene."
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di Forûma Aboriyê ya navbera navnetewî ya li Saînt-Petersbourgê de meha Hezîranê pêk hat, diyar kiribû ku ji Rûsya û Ewropayê nêzî 600 leşkerên bi pere hene ku li refên mûxalefeta Sûriyê şer dikin.