Li Sûriyê hay ji ekîba televîzyonekê nîne

Li Sûriyê hay ji ekîba televîzyonekê nîne

Kanala televîzyonê ya Mînişînên Ereb ên Yekbûyî Sky News da xuyakirin ku hay ji ekîba wan a li Sûriyê dixebite, nîne.

Ekîba televîzyonê ya ji nûçegîhan Îshak Mûhtar ê welatiyê Morîtanya, welatiyê Lubnanê operator Samîr Kasab û ajokarê Sûriyeyî yê navê wî nehat zanîn, der barê rewşa alîkariya însanî ya li herêma pevçûnê raporek amade dikir.

Ekîba ku herî dawî roja Sêşemê bi rayedarên televîzyonê re pêwendî danî, li herêma Helebê ku cihê pevçûna giran a navbera hêzên Esad û mûxalîfan e, wezîfe dikir.