Li Sûrê kesek bi guleya polîsan giran birîndar bû

Li Sûrê, ji ber guleyên polîsan ciwanekî bi navê Abdullah Erdem birîndar bû. Hat ragihandin ku birîna Erdem giran e.

Li navçeya Amed Sûrê, ku derketina derve lê qedexe ye, ji ber guleyên polîsan li Taxa Hasarli ciwanê bi navê Abdullah Erdem (25) giran birîndar bû. Ji ber gulebarana polîsan û tîmên tevgera taybet, Erdem ji her du lingên xwe birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî.

Li Sûrî êrîşên polîs û tîmên tevgera taybet dewam dikin. Hat ragihandin ku li kolana 332. a Taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîrê jî, tîmên tevgera taybet gule li mala welatiyê bi navê Askerî Baydûr reşandine. Li taxê ku dengê çekan car carna jê tê, li hin kolanên wê pevçûn diqewime.