Li Sûrê derketina derve hat qedexekirin

Li navçeya Sûrê, wekîlên HDP'yî û rojnamevanan xwestin bikevin nava taxên rastî êrîşê tên, lê belê polîsan çek li wan kişandin û heqaret li wekîlan kirin. Walîtiya Amedê jî ji saet 09:30 û pê ve derketina derve qedexe kir.

Tîmên tevgera taybet ên duh dor li navçeya Amed Sûrê girtin, saet di 04:00 de bi çekên giran êrîş kirin. Li hemberî polîsên êrîşî taxên Fatîhpaşa û Hasirli kirin, ciwanan bi xweparastinê bersiv dan. Şêniyên taxê jî destek dan ciwanan û nerazîbûn nîşanî polîsan dan. Li Sûrê polîsan ketin û derketina derve qedexe kirin. Tevî ku derketina derve nehatibû qedexekirin jî polîsan anonsên "dikanan venekin, biçin malên xwe" kirin.

Hêzên dewletê yên Tirk bi ava şid û gaza îsotê êrîşî nûçegihanên JIHNA û DÎHA kirin. Dema ku parlamenterên HDP'ê Ziya Pîr, Çaglar Demîrel û Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek dixwestin biçin taxên ku êrîşa polîsan heye û nûçegîhanên DÎHA'yê bûyer dişopandin, polîsan heqaret li heyet û rojnamevanan kir û gule reşand hewayê. Polîsan, bi stûyê parlementer Ziya Pîr girtin û bi gotinên "Du hevalên me şehîd ketine em nahêlin hun bikevin vê derê" gef li heyet û nûçegihanan xwarin.

Her wiha hate zanîn ku duh di saetên şevê de li Taxa Hasirliyê li hemberî wesayita zirxî ya polîsan êrîşek bi roketan pêk hatiye û di êrîşê de 2 polîsên tîmên taybet mirine 3 polîs jî birîndar bûne. 

Di saetên ku polîsan êrîşên xwe yên li ser taxan giran dikirin, Walitiya Amedê jî biryara "qedexeya derketina derve" îlan kir. Walitiya di daxuyaniya xwe de da zanîn ku qedexe îro saet di 09.30'an de destpê kiriye û heya daxuyaniyek nû wê qedexe berdewam bike. 

Li Sûrê pevçûn berdewam dike û ji taxan dengê teqînên mezin tê bihîstin.